Aborî

Ji bo KOBÎyan ji dervayî welêt 2,3 milyar dolar çavkanî hat dabînkirin

-

Deniz Çiçek Palabıyık  | 07.10.2024 - Rojanekırın : 08.10.2024
Ji bo KOBÎyan ji dervayî welêt 2,3 milyar dolar çavkanî hat dabînkirin

Ankara

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mehmet Şimşek destnîşan kir ku wan îsal bi rêya Eximbank û banqeyên pêşketinê va qedera 2,3 milyar dolar çavkanî seba KOBÎ û îxracatvanan da dabînkirin û wiha got, "Di vê çarçoveyê da em ê wan xebatên xwe dewam bikin ku di pêvajoya dezenflasyonê da KOBÎ bikaribin bi hêsanî bigihîjin fînansmanê. Her wiha em xebatên ji bo wan tedbîran jî didomînin ku dê hêza reqabetê ya hin sektorên ji pêvajoya dezenflasyonê muesir bûne, xurttir bike."

Wezîr Şimşek ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku, di serî da KOBÎ û îxracatvan ew piştgiriya xwe ya ji bo sektora reel didomînin.

Wezîr Şimşek bal kişand ku wan îsal bi rêya Eximbank û banqeyên pêşketinê va qedera 2,3 milyar dolar çavkanî seba KOBÎ û îxracatvanan da dabînkirin û wiha dewam kir:

"Em timî li cem kargehên me yên piçûk û navîn in. Hevkariya me ya digel saziyên navneteweyî berdewam e, seba piştevaniya sektora reel xebatên me yên dabînkirina krediyên demdirêj û merc guncav dê bidomin. Di vê çarçoveyê da em ê wan xebatên xwe dewam bikin ku di pêvajoya dezenflasyonê da KOBÎ bikaribin bi hêsanî bigihîjin fînansmanê. Her wiha em xebatên ji bo wan tedbîran jî didomînin ku dê hêza reqabetê ya hin sektorên ji pêvajoya dezenflasyonê muesir bûne, xurttir bike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın