Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Taner Yildiz der barê mijara firotina nefta Herêma Kurdistana Iraqê a ku li ser Tirkiyeyê re here bazarên navneteweyî got: "Ez divê bibêjim ku dê ji hevdîtina bi Serokwezîrê HKIyê Nêçîrvan Barzanî re encameke erênî derkeve û êdî hinek nefta HKIyê dê derkeve bazarên cîhanê."
Yildiz beriya 7emîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Komelaya Xizmetên Belavkirina Ceyranê (ELDER) bersiva pirsên rojnamevanan da.
- Nefta Herêma Kurdistanê
Yildiz li ser pirsa der barê firotina nefta Herêma Kurdistana Iraqê ya ji bo bazarên navneteweyî got ku civîna ku di navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan de hat kirin gelekî erênî derbas bû û wiha axivî:
"Berê niha jî Wezîrê Neftê yê Iraqê Ebdûlkerîm Lûabî hat Tirkiyeyê û got ku 100 hezar warîl nefta k Herêma Kurdistana Iraqê bişîne dê li ser budçeya giştî bê hesibandin. Ev gaveke girîng e. Birêz Barzanî û Wezîrê Çavkaniyên Siruştî yê HKIyê Aştî Hewramî jî got ku em li ser vê mijarê dixebitin. Hat gotin ku heke ji niha pê ve ji 100 hezar warîlê zêdetir neft ji HKIyê bê, dê dahata wê bidin HKIyê. Em dizanin ku nîvenda sereke ya pirsgirêkê di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye. Rêya girîng ji bo normalîzebûna Iraqê û zêdebûna dahatên wê ev e. Li herêmê rojê 40-50 mirov dimirin û ev yek di rûpelên ewil ên rojnameyên me de cî jî nagire. Ji ber vê yekê em dizanin ku rêya piştgiriya îstiqrara herêmê ji zêdebûna dahatê derbas dibe. Ez divê bibêjim ku dê ji hevdîtina bi Serokwezîrê HKIyê Nêçîrvan Barzanî re encameke erênî derkeve û êdî hinek nefta HKIyê dê derkeve bazarên cîhanê."