ANKARA
Li tevahiya Tirkiyeyê di meha nîsanê de hejmara bêkaran ên 15 salî û jê mezintir diyar bû. Li gor vê hejmara bêkaran bû 2 milyon û 579 hezar kesî. Rêjeya bêkariyê jî di mehekê de bû ji sedî 9.
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (DÎT), "Îstatîstîkên Xebatkarên Xwemalî" ya meha nîsanê eşkere kir.
Hat ragihandin ku rêjeya bêkariyê, di nava mêran de bû ji sedî 8.4 û di nava jinan de jî bû ji sedî 10.2. Di heman heyamê de rêjeya bêkariya kesên ku di sektorên çandiniyê de naxebitin jî wek ji sedî 10.8 hat texmînkirin.
Li gor daneyan rêjeya îstixdamê jî wekî ji sedî 46.1 pêk hat. Di vê serdemê de hejmara kesên ku di sektora çandiniyê de dixebitin 5 milyon û 578 hezar kes, hejmara kesên ku di sektorên din de dixebitin jî wekî 20 milyon û 616 hezar kes in. Kesên ku hatin îstixdamkirin jê ji sedî 21.3 çandinî, ji sedî 20.5 pîşesazî, ji sedî 7.3 avahîsazî û ji sedî 50.9 jî di sektora xizmetan de cih girtin.