31 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 01 Sibat 2017
ÎSTANBUL
Tunêla Avrasyayê ku berî mehekê vebû û aliyên Asya û Ewrûpayê yên Stenbolê bi hev re girêdide îdî 24 seetan di xizmeta welatiyan de ye.
Ji ber xebatên entegrasyona sîstema çûnûhatinê Tunêla Avrasyayê heta 30ê Çileyê di navbera 07 û 21ê de xizmet dida. Piştî temambûna xebatan dê xizmet îdî bênavber be.
Piştî ku tunêlê dest bi xizmeta 24 seetan kir ekîbên polêsên li her du aliyên Avrasyayê xalên kontrolê danîn.
Hat dîtin ku bi xebatên çakkirinê re trafîk rehettir bûye û xweş diherike.