Haydar Şahin
12 Tebax 2019•Rojanekirin: 13 Tebax 2019
Li piyaseyên navneteweyî warêla petrola brent bi 58,37 dolarî tê firotin.
Warêla petrola brentê rona înê di nav rojê da hetanî 59,13 dolarî hatibû firotin û di dawiya rojê da bi 58,73 dolarî hatibû firotin. Îro jî warêla petrola brentê ji saet 09.46an pê va li gor roja înê ji sedî 0,61 kêm bû û dakete 58,37 dolarî.
Di heman demê da warêla petrola xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 54,29 dolarî hat firotin.
Pispor dibêjin şerê bazirganiyê yê di navbera Amerîka û Çînê da li aboriya kurewî dibe sedema fikaran û li ser bihayê petrolê tesîr dike.