Haydar Şahin
13 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2018
ANKARA
Di roja dawîn a hefteyê da li piyaseyên navneteweyî warêla petrola brent bi 74,15 dolarî tê firotin.
Warêla petrola brent duh bi 74,02 dolarî dest bi rojê kiribû û di nav rojê da hetanî 75,08 dolarî zêde bûbû. Îro jî warêla petrola brent bi 74,23 dolarî dest bi rojê kir û ji saet 09.48an pê va ji sedî 0,10 kêm bû û dakete 74,15 dolarî.
Di heman demê da warêla nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 70,27 dolarî hat firotin.
Li gor rapora piyaseya petrolê ya ku Ajansa Vejenê ya Navneteweyî duh weşandibû, petrola ku di meha hezîranê da hat derxistin li gor meha beriya xwe di rojê da 370 hezar warêl zêde bû û gihîşte 98 milyon û 800 hezar warêlî.