BEXDA
Lîderê Şiiyan yê iraqî Mukteda es Sadr xwest ku hemû ofîsên wan ên welêt û derveyî welêt yên ku di qada siyasî, çandî û civakî de çalakiyan li dar dixin bên girtin û diyar kir ku rêxistina wî siyasetê berdide.
Sadr li ser malpera xwe ya înternetê daxuyanî da û got ku ew dê ji vir şûnde bi siyasetê re têkildar nebin, nekevin parlementoyê û nabin şirîkê hikûmetan. Sadr xwest ku hemû ofîsên wan yên ku di qada siyasî, çandî û civakî de çalakiyan li dar dixin bên girtin û diyar kir ku ew dê bi tenê di qada dînî de bixebitin û got: "Ez ê bi biryara berdana siyasetê ve qedr û qîmet û rûmeta navê malbata xwe biparêzim"