BURSA
Nivîskar Mustafa Armagan, di Rojên Çand û Pirtûkê yên Emirsultan de bi xwendevanên xwe re hate hate bal hev û der barê pêvajoya çareseriyê de pirsên muxabirê AAyê bersivand.
Armagan qala xebatên xwe yên li herêma Marmarayê kir û bi bîr xist ku deh bajar ziyaret kiriye û beşdarê 50 civînan bûye. Armagan destnîşan kir ku gel aştiyê dixwaze û naxwaze ku xeberên mirina zarokên wan bên guhên wan.
Armagan diyar kir ku hin kes hewl didin ku pêvajoyê bidin sekinandin û wiha pê de çû: "Helbet yên ku dixwazin pêvajoyê asteng bikin dê hebin. Em di pêvajoyeke dijwar de ne. Pêvajo di rêya xwe de dimeşe. Lê belê hin tiştên ku em ne li bendê bûn jî derketin. Ev tiştekî ne hêsan e. Qebûlkirin û xwedîderketina pêvajoyê dê hinek wext bistîne. Ji vê bêtir tu çareserî tuneye. Dê çek bên danîn, têkoşîna çekdarî dê vegere têkoşîna siyasî û dê bi rêyên demokratîk her kes fikrên xwe bîne zimanî. Em Tirkiyeyeke wiha xeyal dikin."