Komeleya Keskesorê ya li Adiyamanê, bernameya bibîranînê ya Cangoriyên Çanakkalayê li Hêwana Konferansê ya Şaredariya Adiyamanê li dar xist.
Serokê Komeleya Keskesorê Sezaî Yilmaz got ku cara ewil e di bin banê komeleyê de şanoyek pêşkêş dikin û mijara şanoyê li ser Cangoriyên Çanakkaleyê ye û ji ber ku mijar li ser cangoriyan e gelekî kêfxweş in.
Yilmaz got ku bi saya van çalakî û şahiyan yekîtiya wan xurttir dibe û wiha dewam kir: "Şerê Çanakkaleyê jî yek ji nîşaneyên yekîtî û ligelheviya me ye. Di wê serdemê de her kesî mirinê li ber çavê xwe girt û li dijî hêzên emperyalîst ji bo parastina Anadoluyê ketin nav şerê giran."
Yilmaz destnîşan kir ku heta niha şahiyên bibîranînê bi tirkî dihatin kirin û got ku di salên dawîn de bi taybetî piştî pêvajoya çareseriyê û vebûna besteka demokratîkbûnê hin guhertin pêk hatin û êdî mirov bi kurdî jî dikarin dîroka Anadoluyê fêr bibin.
Kordînatorê Koma Şanoyê ya Çelîkhanê Mustafa Aloglû, got ku kom di sala 1990î de hatiye avakirin û bi vebûna besteka demokratîkbûnê jî şanoyên bi kurdî jî amade kirine û xebatên wan ên bi vî rengî dewam dikin.
Aloglû got ku di şanoyê de jiyana leşkerekî ku ji navçeya Çelîkhanê ye û beşdarî Şerê Çanakkaleyê bûye tê vegotin û şano bi zimanê leşker ê zikmakî dê bê pêşkêşkirin.
Di çarçoveya bernameyê de lîstika şanoyê ya ku Koma Şanoyê ya Çalîkhanê amade kiribû hat pêşkêşkirin. Şanoya bi navê "Çanakkale"yê ya ku li ser serpêhatiya leşkerekî digel malbata wî ya ku beşdarî şer bûbû, bi kurdî hat pêşkêşkirin.
Ji temaşevanên şanoyê hin kes hestewar bûn.