17 Tebax 2016•Rojanekirin: 18 Tebax 2016
KOLN
Çalakiya dihat ku li Kolna bajarê Almanyayê ji aliyê alîgirên PKKya rêxistina terorê ve bi navê "Mihrîcana Çandê ya Kurdan a Navneteweyî" bê lidarxistin ji ber xetereya ewlehiyê hat betalkirin.
Polêsê Kolnê civîna çapemeniyê li dar xist û eşkere kir ku çalakiya dihat plankirin ku li Stadyuma Rheinenergieyê bi diruşma "Ji bo Ocalan azadî" bê lidarxistin ji ber ku gelekî xetereya ewlehiyê derdixîne holê hat betalkirin.
Çalakiya dihat plankirin ku di 3yê îlonê de bê lidarxistin hatibû îdiakirin ku ji kadroya serokan ê qaşo yê PKKya rêxistina terorê hin kes dê bi rêya vîdeo konferansê xitabî kesên ku beşdarî mihrîcanê bûn, bikin.