Türkan Tosun
30 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2018
ŞANLIURFA
Derhêner Mustafa Uluçê ku belgefîlmên wî di gelek pêşbirkên neteweyî û navneteweyî de xelat girtine hewl dide çîrokên rastîn ên Anadoluyê bigihîne dinyayê.
Uluç dema zarok bûye fîlmên karton temaşe kiriye û xwestiye ku bibe derhêner. Piştî ku di Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Erciyesê beşa Radyo Televîzyon û Sînemayê qezenc kiriye bi hevalên xwe ra kurtefîlman kişandiye û di gelek pêşbirkên neteweyî û navneteweyî de xelat girtine.
Belgefîlma wî ya bi navê "Bûkên Aliyên Sînor ê Din" ya 18 deqîqeyî ya ku behsa bûkên ji Sûriyeyê hatine û li Mêrdîn û Cizîrê dijîn dike li Almanya, Fransa û Polonyayê xelat girt. Heman belgefîlmê di Pêşbirka Belgefîlmên TRTyê ya 2013an de jî xelat stend.
Piştî van xelatan Uluç belgefîlma bi navê "Lat" a ku behsa gundiyên Batmanî yên di şikeftan de dijîn dike, belgefîlma bi navê "Bargiran" a behsa zarokên ji Şanliurfayê yên hemal in dike û belgefîlma bi navê "Milyaketên Bêwar" a behsa welatiyên Sûriyeyê yên li Herana navçeya Şanliurfayê dijîn dike, kişand.
Bi alîkariya mamosteyên Zanîngeha Heranê atolyeyek fîlman vekir û dersê dide xwendekarên meraqa wan li ser sînemayê heye.
- "Xeyala min a herî mezin fîlmeke metraja wê dirêj kişandine "
Armanca Uluç ew e ku çîrokên rastîn ên li Anadoluyê bi rêya sînemayê bigihîne dinyayê.
Mustafa Uluç ji nûçegihanê AAyê ra behsa jiyan, xebat û belgefîlmên xwe kir û got hin caran malbat naxwazin, lê ew bizehmetî wan qanî dike, tişta herî zehmet jî budçe ye.
Uluç got xelatên ku li Almanya, Fransa, Îran, Iraq, Çekoslavakya û Polonyayê hildane wî motîve kiriye û wiha axivî: "Xeyala min a herî mezin fîlmeke metraja wê dirêj kişandin e. Lê dema ez vê bikim naxwazim ew ticarî be. Gelek fîlmên em niha li Tirkiyeyê temaşe dikin nirxên Rojavayê dişopînin û pêşkeşî temaşevanan tên kirin. Armanca min a tekane ew e ku ez fîlmeke metraja wê dirêj a ku behsa nirxên me dike bikşînim. Ez gelek derhênerên hoste dişopînim wek Nurî Bilge Ceylan, Dervîş Zaîm, Yilmaz Erdogan. Ez dixwazim derhênerekî hoste yê wek Yilmaz Erdogan nas bikim û li ser van fîlmên ku me kişandine biaxivim. Hêvî dikim evê pêk bê."
Ji bo sektora kurtefîlman jî Uluç got rêvebir divê xwedî van hevalan derkevin ku ew bikaribin di dahatûyê de karên baştir bikin.