Türkan Tosun
01 Tebax 2019•Rojanekirin: 05 Tebax 2019
Vê hefteyê jê 3 xwemalî, 6 fîlm ketin vîzyona sînemayên Tirkiyeyê.
Fîlma bi navê "Bilez û Bihêrs: Hobbs û Shaw" wê bê nîşandan ku derhênerê wê David Leitch, senarîst jî Chris Morgan e.
Lîstikvanên fîlmê Dwayne Johnson, Jason Statham, Idris Elba, Vanessa Kirby, Eiza Gonzalez, Eddie Marsan, Teresa Mahoney û Sonia Goswamî ne.
Di fîlmê da sixûrê ewlehiyê yê dîplomatik Luke Hobbs û Deckard Shaw li hemberî Brixton hevkariyê dikin, têkoşîna di navbera wan da mijara fîlmê ye.
- "Rûberîhevketin"
Filma François Ozon a bi navê "Rûberîhevketin" behsa jiyana sê zilamên bi navê Alexandre, François û Gilles dike.
Tecrubeyên zilaman, têkiliyên wan ên bi malbat û kar ra, wêrekî û travmayên wan mijara fîlmê ne.
Di fîlmê da Melvil Poupaud, Denis Menochet, Swann Arlaud, Eric Caravaca, François Marthouret, Bernard Verley, Josiane Balasko û Helene Vincent lîstikvan in.
- "Malbata Mezin, Qîza Cînar"
Derhênerê fîlmê Cuneyt Înay, serlîstikvanên fîlmê jî Ufuk Ozkan û Bulent Çolak in.
Lîstikvanên din ên fîlmê Rojda Demîrer, Emre Altug, Mîne Teber, Tolga Canbeylî û Tugçe Karabayir in.
Du zilamên ku ji xwe ra kargeheke wesayîtan dişon vekirine dixwazin jiyana xwe bidomînin. Rojekê rêya wan û qîzekî li hev diqelibe û fîlm behsa serpêhatiyên wan dike.
- "Veberhênana Pûç"
Derhênera fîlmê Neslîhan Yildiz Alak, lîstikvanên fîlmê jî Anil Çelîk, Serkan Dagli, Oyku Çelîk, Ceren Kaplakarslan, Nursel Kose, Seyîthan Ozdemir û Koksal Engur in.
Di fîlmê da behsa du birayên bi karê goristanê ra eleqedar dibin û bûyerên eceb tên serê wan tê kirin.
- "Jînna: Kabûs"
Derhênera fîlmê Ebru Delîbaş, lîstikvanên fîlmê jî Sena Ozcan, Vedat Delîbaş, Kenan Balik û Batuhan Zeybek in.
Di fîlmê da rojnamevanekî ciwan li Kapadokyayê di nexweşxaneyeke dînan da lêkolînan dike, fîlm li ser vê mijarê dimeşe.
- "Luîs û Dostên Wî yên Fezayî"
Derhêneriya fîlma ku cureyê wê anîmasyon e ji hêla Christoph Lauenstein û Wolfgang Lauenstein va hatiye kirin.
Luîsê li dibistanê zêde hevalên wî tune ne, bi sê hevalên ji fezayê hatine mala wan ra dostaniyê dike.