MUGLA
Li Muglayê turîstên heremî û biyanî ji bo li aşên bayê yên dîrokî bigerin, li herêmê bi heştiran digerin.
Turîstan li ser pişta heştiran qada aşên bayê yên li herêma Gumbetê, digerin û ji rêberan agahî digirin. Her wiha turîstan li ber aşên ku 4 sal berê hatine restorekirin wêneya dikşînin û ji Girê Gumbetê Keleya Bodrûmê temaşe dikin. Turîstên ku li ser hêştiran seyranê dikin, ji seyrana bi heştiran gelekî kêfxweş in.
Mehmet Atmacayê ku turîsta bi hêştiran li dora aşên bayê digerîne derbarê seyranê de got: "Turîst ji vê seyranê gelekî kêfxweş in. Li vir 4 hêştir û kerek heye. Em bi 10 milyona tura heştirê dikin. Turîst bi piranî li hêştiran siwar dibin, lê zarokên ji hêştiran ditirsin li kera siwar dibin.