21 Hezîran 2016•Rojanekirin: 22 Hezîran 2016
MUŞ
Li Mûşê heywandar ji ber rojiya remezanê pezê xwe bi şev dibirin.
Ji welatiyan Faruk Alkaş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir bi roj ji ber ku rojî digirin nikarin pêz birin û wiha got: "Piştî nimêja eşayê heta paşîvê min 20 mêşin birîn. Bi roj wek mayîn jî kar heye û germ e. Ji ber ku em rojiyê digirin em nikarin. Em jî heta paşîvê pêz dibirin û peyra radizên."
Selîm Alkaş jî diyar kir ku bi roj nikarên pêz birin û got ku em piştî nimêja eşayê heya saet 02.00an pêz dibirin û wiha got: "Em piştî nimêja eşayê dest pê dikin û pêz dibirin. Bi şev qederê 20-25 mêşinî dibirin."