Önder Beyter
01 Tebax 2019•Rojanekirin: 04 Tebax 2019
Xelkê Batmanê Ahmet Çelik di kafeya ku ji bo bîranîna dapîra xwe ya ku 22 sal berê wefat kir vekir da alav û amûrên kevn û antîqe nîşan dide. Ev der ji bo kesên ku dixwazin li mekanekî nostaljîk çay vexwin û pirtûk bixwînin, bûye rawestgeheke girîng.
Çelikê 34 salî ku gelekî ji dapîra xwe hez dikir û herwiha piştî wefata wê gelekî li ber xwe ket, dest pê kir û alav û amûrên ku li dû wê mane, li mala xwe berhev kir. Bi demê ra bala Çelik çû ser eşyayên kevn û antîqe.
Xelkê Batmanê Ahmet Çelik di kafeya ku ji bo bîranîna dapîra xwe ya ku 22 sal berê wefat kir vekir da alav û amûrên kevn û antîqe nîşan dide. Ev der ji bo kesên ku dixwazin li mekanekî nostaljîk çay vexwin û pirtûk bixwînin, bûye rawestgeheke girîng. ( Muhyeddin Beyca - Anadolu Agency )
Çelikê ku di rêzefîlmekê da leyîst û bi pereyê wê jî ji xwe ra alavên antîqe kirîn, koleksiyona li mala xwe mezin kir ku niha derketiye 5 hezar û 200 perçeyî.

Çelik piştî ku jina wî jê ra gotiye "an ez an jî eşyayên te", alav û amûr kirine depoyekê û pey ra jî ji bo ku însan van alavan bibînin, biryar standiye ku kafeyekê veke.
Çelik li Taxa Gapê kafeyeke 450 metrekareyî vekiriye û tê da 5 hezar û 200 perçe alavên ji salên 1200î bigire heya salên 1900î yên wekî fosîl, pere, alavên şewqê, misîn, gramofon nîşan dide. Bi vê kafeyê va Çelik hem bîranînên dapîra xwe zindî dihêle û herwiha mişteriyên xwe derdixe rêwitiya dîrokê.
- "Ez bi van alavên wê va hesreta xwe teyax dikim"
Çelik di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku piştî pîrka wî wefat kir, wî dest bi berhevkirina eşyayên wê kirin û pê ra pê ra jî li cem wî meraqa berhevkirina alavên kevn û antîqe dest pê kir.
Çelik diyar kir ku wî gelekî ji pîra xwe hez dikir û wiha dewam kir, "Wê gelekî qîmet dida min. Piştî ku pîrika min wefat kir, min gelekî bêriya wê kir û min jî li ser vê yekê, eşyayên wê veşartin. Ez bi van alavên wê va hesreta xwe teyax dikim. Bi vî awayî bala min çû ser alavên kevn. Ez diçin kevnefiroşan. Ez mal bi mal digerim û alavên kevn dikirim."
Çelik diyar kir, ji ber ku mala wî bi alavan tijî bû, jina wî bertek nîşanî wî da û lewma wî jî kafeyek vekir û wiha dewam kir, "Min heta niha qedera 400 hezar lire pere li van alavan xerc kir. Niha ev alav derketin 5 hezar û 200 perçeyî. Kêfa mişteriyan jî gelekî bi alavan tê."

- "Tu dibê qey muze ye"
Ahmet Tanse ku rêya wî her roj bi kafeyê dikeve, diyar kir ku kêfa wî gelekî bi wê yekê ra diçe ku wextê xwe di nava alavên antîqe da derbas bike.
Aynur Îşcanê jî diyar kir ku kafe, rabirdoyê tîne bîra mirov û wiha got, "Tu dibê qey muze ye. Gelek alavên kevn hene."