Fecri Barlık,Mehmet Niyazi Deniz
01 Mijdar 2022•Rojanekirin: 02 Mijdar 2022
Li Sêrtê "Fuara Pirtûkan a 7emîn" a ku bi temaya "Her pirtûkek cihaneke nû ye" tê lidarxistin, deriyê xwe ji bo ziyaretvanan vekir.
Fuara ku bi hevkariya Wezareta Çand û Turîzmê, di hîmayeya Walîtiyê da û bi malovaniya Şaredariya Sêrtê li navendeke danûsitandinê tê lidarxistin, bi merasimê vebû.
Şêwirmendê Serokê Giştî yê AK Partiyê Prof. Dr. Yasin Aktay jî diyar kir, gelek girîng e ku meriv li bajarê ku wî pirtûk nas kirin, fuaran bîne ber pirtûkhezan.
Aktay bal kişand, li bajêr bi zêdebûna dezgehên perwerdeyê û avakirina Zanîngeha Sêrtê va atmosfereke girîng a der heqê pirtûkan da çêbû û wiha got, "Sêrt ne bajarekî xerîbî pirtûkan e. Em di atmosfereke wisa da ne ku derfeta herkesî heye ku pirtûkan bixwîne."
Prof. Dr. Îhsan Sureyya Sirma jî pêşniyaz li ciwanan kir ku di hefteyekê da pirtûkekê bixwînin.
Xwendekar Elif Yaren Bugdayciyê jî diyar kir, wî tevî hevalên xwe wan pirtûkên bala wan kişandin kirîn û her wiha spasiya wan kesan kir ku fuar li dar xistin.

Fuara ku 120 weşanxane tê da beşdar in dê heya 7ê Mijdarê vekirî be.
Walî û Wekîlê Şaredar Osman Hacibektaşoglu, Rektorê Zanîngeha Sêrtê Prof. Dr. Nîhat Şindak, Wekîla Serokê Baroya Sêrtê Sînem Çalapkulu Aslan, Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Parêzgehê Deniz Edip, rêveberên sazî û dezgehan, nûnerên partiyên siyasî, xwendekar û welatî beşdarî merasimê bûn.