Weqfa Arîkariya Mirovahiyê, Azadî û Mafên Mirovan dê li Diyarbekirê Sempozyuma "Li Rojhilata Navîn Kurd û Aştî"yê li dar bixe.
ÎHHyê daxuyaniyek da û da zanîn ku dê sempozyum di 25-26ê nîsanê de li Diyarbekirê li otêlekê bê lidarxistin û hat diyarkirin ku dê di sempozyumê de di bin serenava "Mijara kurdan, pevçûn, guherîn û veguherîn", "pevçûnên çekdarî yên ji ber nijadperestiyê û pêvajoyên çareseriyê" û "Aştî û pêvajoya çareseriyê" rûniştin bên lidarxistin.
Digel Serokê Giştî yê ÎHHyê Bulent Yildirim, namzedê AK Partiyê yê Mêrdînê yê Parlementeriyê Orhan Mîroglu, Parlementerê HDPyê yê Diyarbekirê Altan Tan, Hîndekarê Zanîngeha Dîcleyê Doç. Dr. Vahap Coşkun, nivîskar Mufîd Yuksel û Alî Kaçar, Prof. Dr. Muhyîddîn Alî Karadagî, parêzer Yûsûf Serhat Bûcak, ji neviyên Şêx Seîd Ebdulîllah Firat û namzedê parlementeriyê yê serbixwe yê Rihayê Mehmet Yavûz jî di nav de hin kes dê wek axaftvan beşdarî sempozyumê bibin.
Hin akademîsyenên ku ji welatên wekî Filipîn, Moro, Çînê û Keşmîrê jî dê di sempozyumê de pêşkêşiyê bikin.
-Dê bi 5 zimanan pirtûk bê amadekirin
Nûnerê ÎHHyê yê Diyarbekirê Yilmaz Cebe daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got kesên ku îdeolojiya wan a siyasî ji hev cuda ne vexwendin sempozyumê.
Cebe destnîşan kir ku dê di sempozyumê de li ser mijarên pirsgirêka kurdan, pevçûn, guherîn û veguherînê bisekinin û got "Dê bibe sempozyumeke girîng a ku dê bi hûrgilî li ser mijarên wekî dîrok, ziman, çand û erdnîgariyê bisekinin. Me 700 kesên ku dê bikaribin piştgiriyê bidin pêvajoya çareseriyê û piraniya wan ji derveyî welêt in, vexwendin sempozyumê."
Yilmaz Cebe got ku dê pişt re daxuyanî û gotarên ku di sempozyumê de hatin pêşkêşkirin bi kurmancî, tirkî, erebî, zazakî û îngilizî bikin pirtûk.