Di Muzeya Mutbexê ya Şanliurfayê de xwarinên herêmî û amûrên ku di mutbexê de tên bikaranîn hat nasandin.
Muzeya ku 3 sal berê li Qada Yildizê ya Urfayê hat avakirin de, tehmên cuda yên herêmê tên pêşandan.
Şanliurfaya bi tehmên herêmî deng vedaye, ji aliyê UNESCOYê ve wekî namzedê "Di Dinyayê de Bajarê Gastronomiyê" tê nîşandan.
Di muzeyê de xwarinên herêmî yên wek kebaba bibalîcan û firingî, boranî, çîgî, lehmecûn, qedayif, akîta bikuncî digel peykerên ku ji şimayê hatine çêkirin û kiras û xeftan lê tên pêşandan.
Midûrê Danasîn û Turîzmê yê Şaredariya Mezin a Şanliurfayê Necmî Karadag daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di demên dawîn de li herêmê gelek muze hatin vekirin û wiha dewam kir: "Di muzeyê de her cure amûrên xweser ên bajêr hene û tên pêşandan. Ji bo vê yekê gelek kes tên muzeyê ziyaret dikin."
Karadag di dawiya axaftina xwe de got ku ew di muzeyê de hin qursên xwarinçêkirinê didin û tehmên cuda yên herêmê yên ku êdî tên ji bîr kirin hînê kesên ku tên qursê dikin, da ku ev tehm neyên ji bîr kirin.