Haydar Şahin,Nihat Kavşut
03 Tebax 2017•Rojanekirin: 08 Tebax 2017
ÎSTANBUL
Vê hefteyê 8 fîlmên teze ew ê li sînemeyên Tirkiyeyê têkevin vizyonê.
Derhêneriya fîlma "Kela Reş" Nikolaj Arcel dike û di fîlmê da Idris Elba, Matthew McConaughey, Tom Taylor, Claudia Kim, Katheryn Winnick û Nicholas Hamilton dilîzin.
Mijara fîlmê ji romana Stephen Kîngê nivîskarê ji Amerîkayê yê navdar hatiye girtin.
- "Dayê"
Derhêneriya fîlma "Dayê" Luîs Prîeto dike ku di fîlmê da Halle Berry, Sage Correa, Chris McGinn û Lew Temple dilîzin.
Di vê fîlmê da qala çîroka dayikeke ku zara xwe li parkê winda dike û lê digere dikin.
- "Tirsa li Behrê"
Derhêneriya fîlma "Tirsa li Behrê" Johannes Roberts dike û di fîlmê da Mandy Moore, Claire Holt, Chris Johnson û Matthew Modine dilîzin.
Di fîlmê da du xuşk dikevin qefesê û xwe berî behrê didin, demekê şûnda kindirê qefesê diqete û herdu xuşk bi qefesê va dadikevin binê behrê û zehf ditirsin.
- "Xeyaletên Îsmaîl"
Di fîlmê "Xeyaletên Îsmaîl" da Marion Cotillard, Mathieu Amalric, Charlotte Gainsbourg, Louis Garrel û Alba Rohrwacher dilîzin û derhêner Arnaud Desplechin e.
- "Xwe Berde"
Derhênerê "Xwe Berde" Francesco Amato ye û tê da Veronica Echegui, Toni Servillo, Valentina Carnelutti û Luca Marinelli dilîzin û fîlma komediyê ye.
- "Dudu"
Derhênerê fîlmê "Dudu" Fatîh Gurler û Ramazan Ozer in û fîlma tirsê ye. Di fîlmê da Tugba Tutug, Emîn Gumuşkaya, Tuana Naz Tiryakî û Taner Cindoruk dilîzin.
- "Cumalî Ceber: Xwedê Te Bistîne"
Derhênerê "Cumalî Ceber: Xwedê Te Bistîne" Halîl Soyletmez e û tê da Halîl Soyletmez, Serkan Şengul, Ferhat Goçer, Samsun Demir, Gokhan Keser, Ece Seçkin, Ceyda Saltadal û Tanser Yilmazturk dilîzin.
- "Balerîn û Mucîdê Jîr"
"Balerîn û Mucîdê Jîr" fîlma anîmasyon e û derhêneriya fîlmê Eric Summer û Eric Warin dikin.