10 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2015
GAZÎANTEP
Hemleyên asîmanî yên firokeyên şer ên Rûsyayê li hemberî komên muxalif karê rêxistina terorê DAEŞ, PYD û rejima Esed hêsan dike.
Bi qasî 3 meh berê li ser navê "têkoşîna dijî DAEŞê" firokeyên şer ên ûris ên ku li Sûriyeyê hatin bicihkirin ji wê çaxê vir da, ciyên ku di kontrola muxalifan da ne bombardûman dikin. Firokeyên ûris ewil navçeya Telbîse û Rastanê yên li ser Humsê bombebaran kirin. Di van bombebarankirinan da bi dehan sivîl mirin.
Dû ra rûsan bi îdiaya ku li wê deverê DAEŞ heye, êrîşî baregehên muxalifên netundraw ên li Îdlibê kirin ku paşê hat fêmkirin li van deveran rêxistina terorê tuneye. Piştre firokeyên şer ên ûris li başûrê Helebê piştevaniya asîmanî da hêzên Esed ku milîsên Îran, Iraq û Hîzbullahê jî alîkariya wan dikin. Leşkerên rejimê bi saya hemleyên asîmanî bajarokên Eys û Hadirê ji destê muxalifan derxist.
Firokeyên Rûsyayê bi heman şêweyî li bakurê Lazqiyeyê herêma tirkmenan jî kir hedefa xwe û rê li ber Esed vekir.
Ev hemleyên Rûsyayê helbet ne bi tenê rejima Esed, herwisa bi kêrî PYDya şaxa rêxistina terorê PKKyê ya Sûriyeyê jî hat. Êrîşên asîmanî vê carê li ser xeta bakurê Helebê bajarokê Dêr Cemal, Şevagra û Malikiyeyê gur bûn. PYD bi xêra van hemleyan li herêmê bi pêş ket.
Rûsyayê daxuyand ku li Sûriyeyê bi DAEŞê ra şer dike, lêbelê firokeyên ûris li bajarokên girêdayî Helebê, Marî û Soranê jî eniyên muxalifan dan ber bombeyan û bi saya vê rêxistina terorê DAEŞê li qadê avantaj kir destê xwe.
Piştî xistina firokeya şer a ku sînorê asîmanî yê Tirkiyeyê binpê kir û şûnde jî vê carê rûsan li navçeya Azezê êrîş birin ser parka tirên ku barê wan alavên alîkariya mirovî ne.
Firokeyên şer ên ûris hê jî li Helebê êrîşî cih û warên sivîl ên di kontrola muxalifan da dikin.
- Nêrîna Serokê GASAMê Şahîn
Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk ên Asyaya Başûr (GASAM) Alî Şahîn di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku di van rojên dawiyê da krîza Sûriyeyê bi taybetî jî nêzîkî sînorê Tirkiyeyê dibe.
Şahîn bal kişand ku hin sedem hene ku şerê li Sûriyeyê ji Cerablûsê ber bi rojava tê şiqitandin û wiha xeberda:
"Di rastiyê da ev perçeyên dawîn ên pazilekî ne ku yên dixwazin têkiliya Tirkiyeyê ji Rojhilata Navîn qut bikin û li ser seranserê sînorê me korîdoreke kurdî ava bikin vê armancê di zikê xwe da vedişêrin. Ne tenê ji bo gelên Rojhilata Navîn, herwisa Tirkiye ji bo hemû cografyayên mezlûm ên mîna Balkan, Qefqasya û Efrîqayê bûye deriyê heviyê û Tirkiyeyê li van deveran sempatî û nifûzeke baş bi dest xistiye. Tirkiye li van herêman hêza xwe xurt dike, lê li aliyê din welatên rojavayê nifûza xwe ya li ser vê axa ku mêtîngeriyê wan ên qedîm in, wenda dike. Heger hûn rastiyê bixwazin, sebebê sereke yê şerên li Rojhilata Navîn ew e ku dixwazin rê li Tirkiyeyê bibirin."
- Hevseng guherîn
Berpirsê çapemeniyê yê Eniya Şamê ya girêdayî Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) Ebû Mehmûd Nasir jî diyar kir ku muxalif aniha li dijî 4 unsûrên cuda têkoşînê didin.
Nasir bal kişand ku bi hatina rûsan va hevsengiya li welat guherî û wiha xeberda, "Di rastiyê da em bi DAEŞ, PYD, rejima Esed û rûsan ra şer dikin. Heger em Îranê jî li van zêde bikin dê bê fêmkirin ka karê me çiqasî zehmet e. Bi taybetî jî êrîşên asîmanî yên rûsan bi kêrî DAEŞ, Esed û PYDyê tên. Timî em û mirovên sivîl dibin hedef."
Ebû Mehmûd Nasir got ku rûs dixwazin teza "herêma ewle" ya Tirkiyeyê sabote bikin.