Türkan Tosun,İbrahim Atmaca,Nihat Kavşut,Fatih Gazioğlu
09 Gulan 2017•Rojanekirin: 10 Gulan 2017
ADDÎS ABABA
Xebata Ajansa Anadoluyê ya bi navê "Projeya Afrîkayê ya Mezin" a ku li 11 welatan ji 50î zêdetir nûçegîhanan ve hatiye amadekirin wê sibê derkeve pêşberî xwendevanan.
Di çarçoveya vê projeyê de der barê Afrîkayê de 150 nûçe hatin amadekirin. Ev nûçe bi înfografîk û vîdeoyan ve hatin xemilandin.
Rûyên Afrîkayê yên cuda tên nasandin
Afrîka yek ji wan parzemînan e ku li dinyayê der barê wê de herî zêde nûçe têne weşandin. Dema behsa Afrîkayê tê kirin, herî zêde behsa şer û pevçûnan, nexweşiyên şofî, derbeyên leşkerî, rageşiyên siyasî yan jî belgefîlmên heywanan tê kirin.
Bi Projeya Afrîkayê ya Mezin va AA hewl dide Afrîkayeke cuda nîşanî dinyayê bide. Bûyerên baş ên li Afrîkayê, rûyê Afrîkayê ya ku tê nasîn cudatir wê bê nasandin.
- Li 11 welatan ji 50î zêdetir nûçegîhan
Ji bo vê projeyê 21 nûçegihanên AAyê çûn 11 welatên Afrîkayê, ji 30î zêdetîr nûçegihanên herêmî jî di vê projeyê de xebitîn. Qasî 150 nûçe hatin çêkirin, ji hezarî zêdetir wêne hatin kişandin.
Ji bilî nûçe û wêneyan înfografî hatin amadekirin û vîdeo hatin kişandin.
Projeya Afrîkayê ya Mezin ji bo rayedarên Tirkiyeyê û karsazên dixwazin li Afrîkayê kar bikin ji bona nasandina Afrîkayê derfeteke girîng e.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di serdanên xwe yên li dewletên Afrîkayê da balê dikşîne ser 3 mijaran: Paşeroja mêtingeriyê ya Afrîkayê, digel çavkaniyên dewlemend Afrîka çima feqîr e û Tirkiye dikare li Afrîkayê çi bike.
AAyê li ser gotinên Serokomar Erdogan dest bi "xebat û rêwitiya xwe ya Afrîkayê" kir.
AAyê li hemû dewletan nûçe çêkir û rayedarên dewletên Afrîkayê bi saya AAyê bangî dinyayê kirin.
Karkerê li Zanzîbarê di zeviyên baharatê da dixebite, şervanên azadiyê yên li Maputayê, pîrika li Cape Townê di kox da dimîne, Serokê Dewleta Gineyê û Wezîrê Karên Derva yê Ruandayê ji bo dengê xwe bigihînin dinyayê heman ziman emilandin.
- Di projeyan da çi hene?
Di Projeya Afrîkayê ya Mezin da der barê Tanzanyaya dewleta îstiqrarê ya Afrîkayê, Gineya feqîrî û dewlemendî li kêleka hev in, Ruandaya piştî komkujiyê aştî lê pêk hat, Mozambîka dewleta firsendan, Senegala rêçên dagirkeriyê lê hene, Libyaya şoreşa ereban û şerê navxweyî lê çêbû, Afrîkaya Başûr ya deriyê Afrîkayê, Kenyaya qelbê Afrîkayê, Nîjeryaya ji hêla aboriyê va dewleta sereke ya Afrîkayê ye, Namîbyaya ji bo dewletên Afrîkaya Başûr bazareke nû ye û Maliya xwediyê mîrateya çandî ya dewlemend agahiyên berfireh hene.
Ev dewlet wek koloniyên dewletên mêtinger ên ewropayî tên zanîn. Piştî kewşên cografî pertekîzî, hollandayî, îngilizî, fransî, belçîkayî û almaniyan ev dewlet pişaftin.
Di çarçoveya projeyê da behsa çîroka kesên dewra mêtingeriyê jî hene. Di nav nûçeyan da têkoşîna serxwebûnê ya afrîkayiyan û jiyana piştî serxwebûnê jî heye.
Di projeyê da çîroka gelek mirovan heye.
Çîrokên wek afrîkayî çawa dijîn, bi çi rê mijûl dibin, çawa li dinyayê dinihêrin, hêviya wan ji vê jiyanê çi ye, hene.
Serkirdeyên afrîkayî bi rêya AAyê bangî dinyayê kirin
Di projeyê da bi serokên dewletên afrîkayî û burokratên payebilind ra hevpeyvîn jî hene.
Bi Serokê Dewleta Gîne, ji Ruanda, Namibya, Afrîkaya Başûr, Mozambîk, Senegalê bi wezîr û rêvebirên payebilind ra hevpeyvîn hatin çêkirin. Serkirdeyên afrîkayî bi saya van hevpeyvînan dengê xwe ji dinyayê ra ragihandin.
Afrîkayî ji bo veberhênanê li benda karsazên tirk in
Di Projeya Afrîkayê ya Mezin da karsazên tirk ên ku li wan deran kar kirine, serboriyên wan ên serkeftinê jî cih digrin.
Bi nûçeyên ku hatine çêkirin bersiva van pirsan tê dayîn: "Karsazên tirk li Afrîkayê wê çi bikin, li ser kîjan sektoran wê veberhênan bikin, karsazên tirk lazim e çawa hereket bikin."
Di projeyê de behsa xebatên TÎKA, Hîva Sor û Enstîtuya Yunus Emre ya Tirkiyeyê tê kirin.
- Pisporên Afrîkayê behsa Afrîkayê kirin
Li ser Afrîkayê bi akademîsyenên navdar Prof. Dr. Ahmet Kavas, Alk. Doç. Dr. Muhammed Dogan û Serhat Orakçî jî di nav da bi gelek akademîsyan re hevpeyvîn hatin çêkirin û gelek analîz hatin nivîsandin.
Li ser 11 dewletên Afrîkayê wê 11 hefteyan nûçe bên weşandin. Piştî demeke din ev nûçe hemû wê li ser www.aa.com.tr ê jî cihê xwe bigrin.