27 Sibat 2016•Rojanekirin: 28 Sibat 2016
ANTALYA
Serokê Lîwaya Fatîh Siltan Mehmet a Eniya Tirkmen a Sûriyeyê Mehmûd Silêman Zengîn diyar kir ku agirbestê bi tenê 50 deqîqeyî dewam kir û got: "Me her roj du sê cangorî didan lê îro bi tenê li Bayirbûcakê 10 cangoriyên me hene."
Zengîn ji bo ku beşdarî "Konferansa Lêgerîn û Komxebata Tirkmenên Koçer" bibe hatibû Antalyayê û cara ewil e ku wê ev organîzasyon bê kirin. Zengîn di daxuyaniya de ji bo agirbesta li Sûriyeyê hat îlankirin got ku agirbestê bi tenê qasî 50 deqîqeyî dewam kir lewra PYDê gule berî taxên tirkmenan ên ku li Helebê ne dan û wiha pê de çû: "Di saet 01.52an de yekîneyên ûris û rejimê herêma Handarata li bakurê Helebê dimîne dan ber gule û topan. Agirbest nebû bi tenê bi qasî 50 deqîqeyî dewam kir."
Der barê êrîşa ku hêzên rejimê birin ser gundê Acibayira tirkmenan de jî Zengîn got: "Yekîneyên tirkmenan jî demildest bersiva wan dan. Di vê navberê de ji me 10 cangorî hene. Xwedê rehma xwe li wan bike. Ji rejimê jî gelek kes hatin kuştin şer hê jî dewam dike û heta niha jî agirbest pêk nehatiye. Lewra bi agirbestê ve tu tişt neguherî.
Me her roj du sê cangorî didan lê îro bi tenê li Bayirbûcakê 10 cangorî û 20 birîndarên me hene. Agirbesta ku ew qal dikin tuneye, hemû derewên Rûsya û welatên rojavayê ne. Armanca wan hemûyan ew e ku êrîşî ser tirkmenan bikin. Hê jî em cangoriya didin û şer û pevçûn didomin."