12 Adar 2018•Rojanekirin: 13 Adar 2018
LONDRA
Alîgirên PYD/PKKa rêxistina terorê li Londraya paytextê Îngiltereyê û bajarê Manchesterê îstgehên trênan dagir kirin.
Komeke ku di destê wan de wêneyê Abdullah Ocalanê serokê rêxistina terorê û pankartên dijî Tirkiye û Operasyona Çiqlê Zeytûnê hene li Londrayê îstgeha trenê ya Kîng's Crossê û Manchesterê jî îstgeha Pîccadîllyê kom bûn û dijî Tirkiyeyê dirûşm berz kirin.
Alîgir bûn sedem ku jiyan serobino bibe, hatin û çûyîn dereng bikeve û malbatên ku bi zarokên xwe re seyahatê dikin bitirsin û ji herêmê herin.
Îstgeha Pîccadîllyê ya Manchesterê piştî 3 saaetan bi saeta herêmî di saet 16.00an da car din hat vekirin.
Mark Clelandê polêsê ragihandinê yê Îngiliz got yên ku ev çalakî kirine wê bên binçavkirin û darizandin.