Sevim Hatun
12 Adar 2018•Rojanekirin: 13 Adar 2018
KERKÛK
Hat ragihandin ku li Iraqê endamên rêxitina terorî DEAŞê li ser rêbeja Kerkûk-Bexdayê ciyê kontolê yê sexte ava kiriye, 10 sivîl kuştine.
Ji ewlekariya Diyalayê Fermandar Hebîb eş-Şemerî ji peyamnêrê AAyê re daxuyand ku endamên rêxistina terorî DEAŞê li ser rêbeja Kerkûk Bexdayê li nêzî navçeya El-Ezîmê ciyên kontolê yên sixte ava kirine, wesayit dane sekinandin û sivîlên di wesayitan de peya kirine û gule berî wan dane.
Şemerî got ku di bûyerê de 10 sivîl hatine kuştin, 5 sivîl jî birîndar bûne.
Şemerî ragihand ku êrişkar piştî êrişê ji ciyê bûyerê revînê û birîndar jî rakirine nexweşxaneyên li herêmê.
Hucreyên di xew de yên girêdayî DEAŞê, car caran li herêma nêzî rêbeja Kerkûk-Diyalayê êrişan li dar dixin.