WASHINGTON
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYAyê Jen Psakî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got: "Di encamên nirxandinên ku li ser daxwaza Serokê DYAyê Barack Obama dihatin meşandin de, me biryar da, ji bo ku berjewendiyên me baştir bibin em dê bi hikûmeta Misirê re pêwendiyên xwe bidomînin û alikariyên me yên ji bo Misirê jî dê ji nû ve bên eyarkirin."
Psakî diyar kir ku Amerîka ji hêla tenduristî, perwerde û sektorên taybet ve ji bo ku rasterast piştgiriyê bide gelê Misirê dê bi hikûmeta Misrê û Kongreyê re bixebite. Amerîka dê alikariyê bide Misirê ku sînorên xwe biparêze, li hember terorê tekoşînê bide, pêşî li belavbûna çekên qirkirinê bigre û ewlekariya Nîvgirava Sînayê ava bike.
Psakî di daxuyaniyê de wiha got: "Heta ku hikûmeteke azad, demokrat û sîvîl çêbibe, em dê teslîmata sîstemên leşkerî yên mezin û pereyê neqdî bidin sekinandin. Amerîka dê piştgiriyê bide demokratîkbûnê û li hember tundiyê bisekine. Di nav rewşeke ku tundî tune de em dê ji bo ku ber bi armanca xwe ve bimeşin xebatên bi hikûmeta berwext re bidomînin."
Berpirsyaran diyar kir ku alîkariya 250 milyon dolarî ya ku dê bidana hikûmeta Misirê, dane seknandin.