Li gorî raporê herî zêde rêxistina Boko Haramê êrîş kiriye û rêxistinê herî zêde êrîş biriye li ser herêma Adamava, Borno û Yobeyê.
Di raporê de hat destnîşankirin ku ji ber bûyerên tundiyê ji pênc kesan yek mecbûr maye mal û milkê xwe terikandiye. Hat diyarkirin ku 244 hezar kes ji herêmê revîne û li cem xizmên xwe yên ku li bajarên din dijîn bi cih bûne, herwiha zêdetirî 5 hezarî jî di kampan de dijîn.
NEMAyê ragihand ku ji ber çalakiyên Boko Haramê li herêma di nav de herî zêde zarok, jin, kal û pîr bi qasî 3,2 milyon kesî zirar dîtiye û bangî civaka navneteweyî kir da ku bi lezgînî ji bo milyon û nîvek însanî alîkariya xurek, av û derman bidin.
Bizava Boko Harama ku wateya navê wê "perwerdeya bi awayê rojavayî qedexe ye" dixwaze li bakurê Nîjeryayê dewleteke li gor dîn damezirîne. Nîjerya li Afrîkayê welatê herî mezin e û serjimara wê 160 milyon e.