İbrahim Atmaca
26 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2018
BEYRÛT
Hat ragihandin ku balafirên şer ên Îsraîlê li herêmên başûrê Lubnanê sehaya hewayî îxlal kir.
Li gor nûçeya NNya ajansa nûçeyan a fermî ya Lubnanê jetên şer ên Îsraîlê li gor saeta herêmî 21.50yî pê va li başûrê welêt li ser herêmên en-Nebatiye û Îqlim et-Tuffahê weke ku êrîş bikin nizim firîn.
Jetan ji aliyê behrê va sehaya hewayî ya Lubnanê îxlal kir, her wiha li herêmên din ên ku li ser bajarê Sayda û Sûrê ne jî bi heman awayî nizim firîn.