Hamdi Yıldız
19 Nîsan 2022•Rojanekirin: 21 Nîsan 2022
Hat ragihandin, balafirên şer ên Îsraîlê li Şirîda Xezeyê bi şev li ciyekî Tûxayên Îzedîn Qesam ê baskê eskerî yê Hemasê dan.
Li gorî agahiya ku peyamnêrê AAyê yê li Xezeyê da, balafirên şer ên Îsraîlê li başûrê Xezeyê li rojavayê bajarê Xan Yûnisê ciyekî Tûxayên Îzedîn el-Qesam kirin armanc.
Berî êrîşa navborî, artêşa Îsraîlê ragihandibû, roketeke ji Xezeyê hat agirkirin ji hêla pergala Qubeya Hesin hat jinavbirin.
Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett di daxuyaniya xwe ya duh da Hemas wekî berpirsê gurbûna rageşiya li Îsraîl û Filistînê ya vê dawiyê destnîşan kiribû.
- Biserdagirtinên Mescida Eqsayê zêde bûn
Cihûyên fanatîk di Cejna Hevîrê Bêhevîrtirşk ku 15ê Nîsanê dest pê kir û hefteyekê didome da biserdagirtinên xwe yên dijî Mescida Eqsayê zêdetir kirin.
Di van biserdagirtinan da polêsê Îsraîlê jî hevaltiya tundrevan dike.