Elif Orhan
28 Tebax 2016•Rojanekirin: 29 Tebax 2016
ANKARA
Navenda Kordînasyonê ya Serokwezîriyê da zanîn ku di çarçoveya herekata "Mertala Firatê" de li herêma Cerablûsê 10, li herêma Raiyê jî 3 gund ji hêmanên terorîst hatin paqijkirin û gund ketin bin kontrola ASAyê.
Ji Navenda Kordînasyonê ya Serokwezîriyê daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn û hat diyarkirin ku di serî de DAEŞ ji bo ku rêxistinên terorê yên li Sûriyeyê di çarçoveya parastina meşrû ya ku ji ber tehdîdên ser Tirkiyeyê li hiqûqa navneteweyî derdikeve holê ji bo ku xeta sînor ji hêmanên terorê bên paqijkirin, arîkariyên mirovahiyê bigihînin mirovên hewcedar ên ku li herêmên di bin kontrola rêxistinên terorê de dijîn û piştgirî bidin Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna Dijî DAEŞê "Herekata Mertala Firatê" ya ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyê piştgirî didê berdewam dike.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di çarçoveya herekatê de Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) pêşketina xwe ya ber bi aliyê rojava û başûr ve berdewam dike û wiha hat gotin:
"Li herêma Cerablûsê (Qarqamiş) gundên Amerîna, Eyn El Bayda, Dabîs, Balaban, Sûraysat, Cebel Qussa, Kirk Maxara, Kirata, Aşagi Amerîna û Ez Zahîriyahê ji hêmanên terorîst hatiye paqijkirin û ketine bin kontrola ASAyê. Li herêma Raî (Çobanbey) jî gundên Ayyaşe, Şêx Yakup û Kersanliyê ji hêmanên terorîst hatine paqijkirin û ketine bin kontrola ASAyê de. Ekîbên Heyva Sor a Tirkiyê dest pê kir arîkariyan digihîne hewcedaran û xwarina germ belav dike. Duh xwarina germ a 5 hezar kesî hat belavkirin. Îdiayên dibêjin ku di dema herekatê de li sivîlan xistine an jî sivîl hedef hatine girtin rastiyê nîşan nadin, di dema herekata li Sûriyeyê de ji bo ku sivîlên li herêmê zirar nebînin Hêzên Çekdar ên Tirkiyê her cure bergiriyan distînin û gelekî hesasiyet nîşan didin."