Şener Toktaş,Sabri Yıldırım
29 Adar 2022•Rojanekirin: 30 Adar 2022
Li Mûş û Bidlîsê ji ber berf û pûkê rêya 7 gund û goman hatiye girtin.
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajarê Mûşê Şeyhmus Yentur diyar kir ku li bajêr ji ber berf û pûkê rêya 2 gundan girtî ye.
Yentur destnîşan kir ku bi armanca welatî mexdûr nebin ekîbên wan ji bo vekirina rê li ser kar in û dixebitin.
- Bidlîs
Midûrê Xizmetên Rê û Gihandinê ya Îdareya Taybet a Bajarê Bidlîsê Umît Kurtkan got ku li bajêr rêya 5 cihan hatiye girtin û ji bo di dema herî kurt da bê vekirin ekîb li ser karê xwe ne.