Muhammet Kurşun
12 Adar 2017•Rojanekirin: 13 Adar 2017
ANKARA
Wezîrê Yekîtiya Ewropayê û Sermizakir Omer Çelîk rexne li rêvebiriya Hollandayê girt û got: "Navê van tiştên tên kirin resmen 'faşîzm' e. Faşîzm li Hollandayê vejiyaye û ketiye sehneyê. Hikûmeta Hollandayê demokrasî li aliyekî hiştiye."
Çelîk li ser hesabê xwe yê twitterê rexneyên tund li hikûmeta Hollandayê girtin û cih da van îfadeyan:
"Hikûmeta Hollandayê zihniyete ku di paşerojê de êşên giran bi xelkê Ewropayê daye jiyandin vejandiye. Hollande ji aliyê zihniyeteke nijadperest û tarî hatiye bidestxistin. Ev hem ji bo xelkê Hollandayê hem jî ji bo dinyayê pir xeter e."
Çelîk bangewaziya li raya giştî ya dinyayê jî kir û wiha got:
"Eger dinyayeke azad hebe divê li dijî vê zihniyeta tarî li ber xwe bide. Demokrasiya Hollandayê îflas kiriye.