Haydar Şahin
28 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2020
Li Yewnanistanê Evangelos Papanikolaouyê papaz got, "Heke Tirkên Ayasofya parastin nebûna Ayasofya ji zû va xirab bibû."
Evangelos Papanikolaou piştî ayîna li Dêra Analîpseosê ya li Rafînaya nêzî Atînaya paytext axivî û got, "Kê Ayasofyaya avahiya mezin biparasta? Tirkan parast." Papanikolaou destnîşan kir ku Tirkan li Girîtê tu dêrek negirtin lêbelê li Yewnanistanê bi fermana Othanos va gelek manastir û dêr hatin girtin.
Ayasofya bû mizgeft papazê Yewnan pesnê wê da
Papanikolaou destnîşan kir ku di heyama hikmê Tirkan da merivan bi serbestî dînên xwe didomandin û wiha pê da çû:
"Ji ber vê gel gotibû 'Di dewsa serpûşê Latînan da dixwazim şaşika Tirkan bibînim'. Bi ya min be dibê herduyan jî nebînim, lêbelê dema ji bo bijartinê di zorê da bimînim ez ê Tirkan tercih bikim."
Papanikolaou got dema Ayasofya muze bû gelek turîst bi qiyafetên nemehrem dihatin wê derê lêbelê ji vê şûn da ew ê solên xwe derxin û kincên dirêj li xwe bikin, serê xwe bigrin wisa têkevin hundir û wiha axivî: "Ma ev nîşaneya rêzê nîne? Dibe ku meriv vê wekî lenet nebîne wekî sererastkirinekî bibîne."