Nihat Kavşut
18 Gulan 2017•Rojanekirin: 19 Gulan 2017
KÎGALÎ
Kîgaliya paytextê Ruandayê li gor bajarên dewletên din ên parzemîna Afrîkayê dereke ewle, aram û paqij e û bala ziyaretvanan dikşîne.
Kîgalî li navenda welêt hatiye avakirin û 1,3 milyon kes lê dijî.
Li Kîgaliyê hêşînahî zehf e û ciyê herî nizm li gor behrê hezar û 850 mêtro bilind e û li geliyan jî bilindahî hezar û 300 mêtro ye.
Bajêr li başûrê xeta Ekvatorê dikeve û germahî her sal herî kêm 15 û herî zêde jî 28 pile ye.
Kîgalî di heyama dagirkeriya Almanyayê da sala 1907an bi destê Dr. Richard Kandt hatiye avakirin û piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn ketiye destê Belçîkayê. Piştî Ruanda di 1962yan da serbixwe dibe Kîgalî dibe paytextê dewletê.
Li gor çavdêrên navneteweyî Kîgalî di nav paytextên herî ewle yên Afrîkayê da ye.
Li gelek dewletên Afrîkayê ji tûrîstan ra dibêjin bi şev dernekevin derva, lê li Kîgaliyê rewşeke wisa tuneye û tûrîst dikarin bi rehetî bigerin.
Li bajêr ciyên kontrola ewlehiyê zehf in û polês eleqeyeke mezin nîşanî welatiyan didin û welatî xwe baş hîs dikin.
Li Kîgaliyê berê komkujiyên mezin çêbûne û piraniya xelkê wê xizmên xwe wenda kirine. Loma jî welatî naxwazin peyvên "hutu" û "tutsî" biemilînin û di ciyê wan da nasnameya "ruandayî" derdixin pêş.
Li welêt xelk ji xeynî zimanê zikmanî yê "kinyarwandayî" bi îngilizî û fransî diaxivin.
Wek mayîn Kîgalî bajarê herî paqij yê Afrîkayê ye.