Muhammet Kurşun
18 Gulan 2017•Rojanekirin: 18 Gulan 2017
HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo çûna Urdinê birê ket.
Li gor daxuyaniya malpera resmî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê Barzanî li ser daweta resmî ya Qralê Urdinê Ebdullahê 2emîn ji Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê hereket kir.
Barzanî wê di vê ziyareta xwe de bi Qralê Urdinê re bicive û beşdarî Forûma Cîhanî ya Aborî ya Behra Mirî ku li Urdinê li dar dikeve bibe.