Muhammet Kurşun
05 Sibat 2017•Rojanekirin: 07 Sibat 2017
ANKARA (AA) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Koalîsyona Niştîmanî ya Iraqê ya Şiî Emmar el-Hekîm û heyeta pê re li Hewlêrê kombû.
Li gor daxuyaniya malpera resmî ya hikûmetê di civînê de li ser projeya Koalîsyona Niştîmanî, operasyona Mûsilê û têkiliyên Bexda û Hewlêrê hat axaftin.
El-Hekîm careke din xweşhaliya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê anî ziman û got: "Divê seredan û hevdîtinên wisa zêdetir bêne kirin. Bi taybetî jî ji bo guftûgoya di navbera Hewlêr û Bexdayê de û çareseriya probleman."
Hekîm ji ber serkedtinan pîrozbahî li pêşmerge kir û serxweşî li malbatên şehîdan kir.
Rêberê Şiî hemahengiya Pêşmerge û Artêşa Iraqê ya li dijî terorê careke din berz nirxand û hêvî kir ku ev yekrêzî di siyasetê de jî berqerar bibe.
Hekîm behsa projeya Koalîsyona Niştîmanî kir û bal kişand ser zehmetiyên piştî rûxîna dîktatoriyetê li Iraqê hatine holê.
Li ser têkiliyên Kurdan û Şiiyan wiha axivî: "Tarîxeke dirêj a Kurd û Koalîsyona Niştîmanî ya Şiî heye. Me bi hev re ji bo xweşbûna vî welatî xebat kiriye. Di pêşerojê de jî divê em bi heman awayî hevkarê hev bin."
Qala wê yekê jî kir ku îradeyeke baş li cem Serokwezîrê Iraqê û hikûmeta federal heye ji bo çareserkirina probleman.
Nêçîrvan Barzanî jî sipasiya serdana Hekîm kir û wiha axivî:
"Ev înîsiyatîf ji bo guftûgoyên eşkere li nav herdu aliyan û axaftina pirsgirêkan firsendeke baş e. Sala 2003an Herêma Kurdistanê bi daxwaza xwe vegeriya Bexdayê da ku Iraqeke nû li ser esasê demokrasî û şirîkatiyê ava bibe. Ne ku li ser esasê piranî û kemaniyê durist bibe. Divê ev lihevkirin bibe esasê çareserkirina probleman. Bi vî awayî hemû alî dê pêşeroja xwe di Iraqê de bibînin."
Barzanî destnîşan kir ku 12 salan destûr wek xwe nehat bicîkirin û xelkê Kurdistanê dipirsin "Em li ku dera hevsengiya Iraqê ne?" û wiha pê de çû: "Bi biryareke siyasî budçeya Herêma Kurdistanê hat birrîn û milyonek û 800 hezar însanî ji ber terorê xwe spartine Herêmê. Lê hikûmeta Iraqê xwe li wan nake xwedî. Di şerê DEAŞê de arîkariya Pêşmerge nekir. Lê berevajiyê vê em eskerên Iraqê li nexweşxaneyên Kurdistanê derman dikin."
Xweşhaliya xwe bi hemahengiya Pêşmerge û Artêşa Iraqê li dijî terorîstên DEAŞê anî ziman û got ew amade ne problemên hilawistî bi Bexdayê re çareser bikin. Ji bo têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê dîtina formuleke nû wek destpêkeke nû ji bo hemû pêkhatekan wesifand.
Endamên heyeta Koalîsyona Şiî jî bal kîşand ser têkiliyên Kurdan û Koalîsyona Şiî û gotin ku ev ji bo çareseriyan bingeheke baş e.
Wezîrên Herêma Kurdistanê jî li barê penaberên li herêmê di warê tenduristî û pêwistiyan de anîn ziman. Hewcehiyên Pêşmerge jî anîn rojevê.
Di dawiyê de herdu aliyan jî daxwaza xwe ya li ser berdewambûna hevdîtin û civînan derbirî.