05 Sibat 2017•Rojanekirin: 05 Sibat 2017
ANKARA
Operasyona Mertalê Feratê ya ku ji hêla Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê ve li bakurê Sûriyeyê hat destpêkirin, di roja 166emîn da dewam dike. Di operasyonê da 259 hedefên DEAŞa rêxistina terorê hatin bombekirin. Di operasyonên esmanî û pevçûnan da 33 endamên DEAŞê hatin berterfkirin.
Li gor agahiya Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê, Operasyona Mertalê Feratê ya ku li bakurê Sûriyeyê di 24ê tebaxê de ji bo parastina ewlehiya sînor, piştgiriya hêzên hevpeymanê û berterefkirina tehdîda rêxistinên terorê di 24ê tebaxê de hatibû destpêkirin, dewam dike.
Di roja 166emîn a operasyonê de bi obûs, roketavêj û tankan ve 259 sitargeh, mewziyên parastinê, baregeh û cebilxaneyên rêxistina terorê DEAŞê hatin îmhekirin. Du wesayîtên bombebarkirî û tunelek hatin teqandin.
Di operasyonên esmanî û pevçûnan da 33 endamên DEAŞê hatin berterfkirin û 4 terorîst jî birîndar bûn.
Ji destpêka operasyonê vir ve 3 hezar û 680 teqemeniyên bi destan hatine çêkirin û 57 mayin hatin îmhekirin.