Muhammet Kurşun
02 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2017
HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, pêşwazî li Balyozê Hollandayê li Bexdayê Jan Waltmans û heyeta pê re kir.
Li gor daxuyaniya malpera resmî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê Barzanî û Waltmans têkiliyên navbera Hollanda û Herêma Kurdistanê nirxandin.
Di hevdîtinê de herdu aliyan jî bal kişand ser têkiliyên baş û dostane yên di navbera Hollanda û Herêma Kurdistanê de.
Balyozê Hollanda Waltmans diyar kir ku ewlewiyeta wan li Iraqê şerê li dijî DEAŞê ye, loma perwerdeyê didin Pêşmerge û Artêşa Iraqê. Herwiha got Iraq ji bo Hollandayê piştî DEAŞê gelekî giring e û bi fikar li rewşa cihên azadbûyî temaşe dikin.
Di beramber de Barzanî jî anî ziman ku qonaxa piştî DEAŞê gelekî hestiyar e û ew faktorên ku bûne sedema derketina DEAŞê wek xwe bimînin dê kêşe û girîftên pir mezin çêbibin.
Herwiha der barê referandûmê de jî nirxandina xwe wiha kir:
"Xelkê Kurdistanê bi rêya îstişareyê û amûrê aştiyê ber bi serxwebûnê ve diçe. Ew ber bi misogerkirina heqê xwe ve dimeşin. Ev yek jî ji bo rêgirtina li ber şer û girîftên nû ye."