Muhammet Kurşun
02 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2017
ÎSTANBUL
Balyozê Siûdiyê li Enqereyê Welîd Bin Ebdulkerîm El Hireycî, diyar kir ku nelihevkirina wan û Qeterê bi tu awayî ne eskerî lê siyasî ye û serweriya wî welatî ne di hedefa wan de ye.
Hireycî der barê krîza Kendavê de daxuyanî da peyamnêrê AAyê, got ew ehemmiyetê didin ewlehî û îstiqrara Qeterê: "Nelihevkirina me û Qeterê siyasî ye, tu carî nebûye eskerî. Serweriya wî welatî hîç nebûye hedefa me."
Li ser pirseke peywendiya nerazîbûna hin welatên Kendavê li Qeterê û qutkirina têkiliyan bi Qeterê re piştî seredana Serokê Emrîkayê Donald Trump bo paytextê Siûdiyê Riyadê wiha bersivand:
"Mesele ne aciziya ji hin gavên siyasî ye. Prensîba dewletên serwer, Qeterê jî diparêze û heqê siyasetê didiyê. Lê teserrufên Qeterê, cîran û welatên herêmê tehdîd dikin. Divê kirinên Dewheyê wek perspektîfeke bi salan e ji xwe re kirine rêbaz bên nirxandin. Loma jî ev helwesta li dijî Qeterê, ji bo xweparastina hin kirinên ku encamên wan li ber çav nehatine girtin e."
Li ser xalên nelihevkirinê û peymanên berê hatine kirin jî wiha nirxandin kir:
"Siûdî, Îmarat, Behreyn û Misir, bi salan e ji Qeterê dixwazin ku hewldanên zirarê didin ewlehiya wan bidawî bîne. Daxwaz dihat kirin ku girêdayî peymanan bimîne. Me diyaloxa bi Qeterê re 20 salan domand. Herî muhîm jî Peymana 2013an a Riyadê û Peymana Temamker a 2014an û gelek peymanên din hatin kirin. Lê Dewhe li ser soza xwe nesekinî û girêdayî peymanan nema."
Li ser rola Îmaratê di krîza Qeterê de jî wiha axivî:
"Siûdî lîdera alema Îslamê ye. Îmarat jî dewleteke serwer e, birayê wê ye. Siûdî û Îmarat li gor mutabeqeta hatiye kirin hereket dikin. Herwiha têkiliyên Tirkiye û welatên Kendavê û Îmaratê jî baş in. Li gor daneyên resmî yên Tirkiyê 10 salên dawîn di nava welatên Kendavê de dewleta herî zêde veberhênan li Tirkiyê kiriye Îmarat e."
Li ser rola Qeterê di êrişên terorî de jî îddia kir ku Siûdî bi xwe bûye hedefa êrişên terorî yên ku Qeterê fînanse kirine, yek ji wan sûîqesdan jî ew e ku sala 2003an bi Mûemmer Qeddafî re hevkarî kirin û xwestin Melikê Siûdiyê Ebdullah Bin Ebdulezîz bikujin.
Hireycî Qeterê bi piştgiriya rêxistinên wek DEAŞ, Cebheya Nûsrayê ku pêwendiya wê bi El Qaîdeyê re heye, Hizbullah, Seriyyeyên Parastina Binxaziyê û Îxwanê tawanbar kir û got li Yemenê jî piştgiriyê dide komên terorî yên girêdayî Îranê.
Der barê helwesta Tirkiyê û çapemeniya vî welatî de jî wiha nirxandin kir:
"Tirkiye û çapemeniya wê di serê pêşî de helwesteke bidenge diyar kirin. Lê piştî demekê me dît ku Tirkiye û Qeter li heman sefî ne û çapemeniya Tirkiyê jî bi awayekî vekirî û veşartî êrişê Siûdiyê dikin. Ev heta pêşengên Siûdiyê jî çû. Ma mumkin e ku çapemeniya Siûdiyê bêcewab bimîne û cewab nede van tewşiyan? Yek ji van jî qutkirina têkiliyan wek eblûqeyê hat nîşandan."
Binkeya Tirkiyê ya li Qeterê jî wiha şirove kir:
"Em dizanin peymanek di navbera Tirkiye û Qeterê de ji bo avakirina binkeyeke eskerî heye. Lê ya xerîb ew e ku di serê krîzê de Tirkiye bi awayekî lezgîn qanûn derxist û muhîmmatên eskerî şandin."
Cewaba pirsa li ser binkeya eskerî ya Tirkiyê li Siûdiyê jî wiha da:
"Destûr nayê dayîn ku Tirkiye li Siûdiyê binkeya eskerî ava bike. Enqere baş dizane ku pêwîstiya Siûdiyê bi vê tuneye. Hêza Çekdar a Siûdiyê û asta eskerî pir baş e.
Herwiha got dîtin an nedîtina Hemasê wek rêxistineke terorî dê li gor çalakî û helwestên wê diyar bibe.