Ömer Tuğrul Çam
10 Adar 2023•Rojanekirin: 11 Adar 2023
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin diyar kir ku Civîna Mekanîzmaya Hevpar a Daimî ya Tirkiye-Finlandiya-Swêdê bi giştî di atmosfereke erênî da derbas bû û got: "Em li bendê ne ku peymana li Madrîdê hat îmzekirin bi awayek têkûz bê sepandin. Bendewariya me ya bingehîn ev e. Dema ev yek pêk bê jî pêvajoya endamtiya herdu welatan a bo NATOyê wê bi awayek erênî pêşva biçe."
Civîna Mekanîzmaya Hevpar a Daimî ya Tirkiye-Finlandiya-Swêdê li baregeha NATOyê ya Brukselê di çarçoveya Lihevkirina Sêalî da hat kirin.
Berdevkê Serokomariyê Kalin piştî civînê daxuyanî da endamên çapemeniyê û got ku lez, naverok û çarçoveya giştî ya mijara pêvajoya NATOyê ya Swêd û Fînlandiyayê dê bi hev ra yan ji hev cuda bê şixulandin girêdayî wan pêngavan e ku dê ew welat biavêjin.