Cüneyt Karadağ
10 Adar 2023•Rojanekirin: 10 Adar 2023
Li Hamburga bajarê Almanyayê li dijî dêrekê êrîşeke çekdarî hat lidarxistin, li gor agahiyên ewil 7 kes hatin kuştin.
Li gor nûçeyên di medyaya Almanyayê da derketin li semta Grossborstel a Hamburgê li dêreke Şahidên Yahûweyê êrîşa çekdarî hatiye kirin û tevî êrîşkar 7 kes hatine kuştin.
Li gor agahiyan gelek birîndar hene û çavkaniyên ewlehiyê jî diyar dikin dibe ku ji ber "hêrsê" êrîş hatibe kirin.
Di daxuyaniya polêsan da hat diyarkirin gava polês dikevin avahiya dêrê ya 3 qatî dengê guleyekê tê bihîstin û dibe ku êrîşkar jî di nava kesên kuştî da be.