Fatih Gazioğlu
27 Hezîran 2017•Rojanekirin: 27 Hezîran 2017
NEW YORK
Li Mînnesotaya eyaleta DYAyê herdu alî li hev hatin ku ji bo reşikê bi destê polês hatibû kuştin 3 milyon dolarî bidin.
Dadgehê der barê polês Jeronîmo Yanezê beriya du hefteyan biryar dabû û ew bêsûc îlan kiribû. Civata reşikan li ser vê biryarê bertek nîşanî dadgehê dabû.
Li ser vê malbatê doza tazmînatê vekiribû. Dozgeriyê jî der barê polês Jeronîmo Yanez da bi hinceta tahlûkeya kuştina kesên din yên ku wesayîtê de doz vekiribû. Malbata Phîlando Castîle û aliyê polêsê kujer li ser 3 milyon dolar pereyî li hev hatin.
Der barê dozê de malbata Phîlando Castîle daxuyaniyek da û gotin ev pere wî paşve nayne lê em dixwazin bi vî pereyî li ser navê Castîleyê weqfekê ava bikin.
Phîlando Castile reşik par li Saînt Anthonya bajarê Mînnesota gava ku wesayît diajot ji aliyê polêsan va hatibû sekinandin û hatibû kuştibûn.
Li DYAyê her sal ji ber tundiya polêsan nêzî hezar kesî tên kuştin.