Önder Beyter
22 Mijdar 2017•Rojanekirin: 23 Mijdar 2017
ADANA
Li Çukurovaya ku girîngtirîn yek ji navendên çandiniya Tirkiyeyê ye, lingên beqên ku ji dehlan tên berhevkirin û li fabrîqeyan ji miemeleyê ra tên derbaskirin, bo mitfaqa sê welatên Ewropayê ra tên veguhastin.
Lingên beqan ku ji berhevkirinê heya qonaxa dawîn, her qonaxeke wê bi zor û zehmet e, lêbelê ji ber ku adana wê zêde ye ji welatên Ewropayê pir tê xwestin.
Beqên ku li Edeneyê di fabrîqeya ajalên avê da ji miemeleyê derbas dibin, di serî da Fransa bo Îtalya û Swîsreyê tên îxrackirin.
Di hemû werzên salê da beq ji dehlan tên komkirin û herwiha saxesax bo fabrîqeyê tên guhastin. Li vir beq li gorî qeda xwe ji hev tên cudakirin, ji miemeleyê tên derbaskirin û herwisa saxesax an jî bi awayekî cemidandî bo dervayî welat tên şandin.
Endama Lijneya Rêvebirina AŞya Ajal û Berhemên Av û Çandiniyê ya Sasuyê Nîl Ece Yamanyildizê di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku bi salan berê di gereke bo şixul da wekî xurek lingê beqê datînin ber bavê wê û dema bavê wê pirsyar dike, hîn dibe ku beq ji Çukurovayê tên îxrackirin. Yamanyildizê diyar kir ku li ser vê yekê, bavê wê di 2002yan da dest bi vî karî dike.
Yamanyildizê herwiha got ku ew wekî nifşa duyemîn vî karî didomîne û wiha dewam kir, "Bi piranî yên ku li çolterê dijîn ji dehlan beqan kom dikin û tînin. Em jî kîloya wê di navbera 9-15 lireyî da distînin."