09 Sibat 2018•Rojanekirin: 09 Sibat 2018
ANKARA
PYD/PKKya rêxistina terorê li Sûriyeyê qadên herî mezin yên neft û xazê dagir dike û ji sedî 70ê zêdetir çavkaniyên vejenê yên welêt di destê rêxistinê da ne û ji bona derxistina neftê bi rejima Beşar Esed ra hevkariyê dike.
DEAŞa rêxistina terorê ji sala 2013an vir va ku li Sûriyeyê çalak bû stratejiya qadên vejenê meşand.
DEAŞê ji xeynî Deyrîzora ku qadên herî mezin yên neft û xazê lê ne qadên li Reqa, Humus û Hesekeyê jî hildabûn.
Lê ji îlona sala par vir va bi alîkariya esmanî ya Amerîkayê PYD/PKKyê temamiya Heseke û Reqayê û rojhilatê Deyrîzorê ku 11 çavkaniyên neftê yên herî mezin lê ne dagir kir.
Rêxistinê 23yê Îlona 2017an da li rojhilatê bakurê Deyrîzorê Konokoya tesîsa xazê ya herî mezin, serê meha cotmehê qada neftê ya Cafrayê û 22yê Cotmeha 2017an da El Omera qada neftê ya herî mezin hilda.
Li rojhilatê Deyrîzorê Tanak, Werd, Afra, Kewarî, Carnuf, Ezraq, Kahar, Şueytat û Qalbanê ku qadên neftê ne ji sê paya payek çavkaniyên Sûriyeyê yên vejenê pêk tînin.
- Li Hesekeyê hevkariya bi rejimê ra
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî yên li Hesekeyê hilda PKK/PYD û rejim bîrên neftê bi hev ra kontrol dikin.
Li Rumeylan, Suweydiye û Karaçoka ku neft tê derxistin rojane 30-35 hezar warêl neft tê derxistin.
Li gor peymana rejim û rêxistinê ji sedî 65 ji rejimê ra û ji sedî 20 jî ji PYD/PKKyê ra diçe. Dahata mayîn jî didin hêzên Ereb ku qadan diparêzin û xebat û parêzvanên din jî miaşê xwe ji rejimê distînin.
Bîrên neftê yên li Qehtaniye, Bedran, Zarba, Seîde, Babasî û Alyanê jî 3 meh berê ji bona xebitandinê hatin vekirin.
Qadên neftê yên li Cipse, Kibebe û Tişrîna Hesekeyê û santrala xazê ya li Cipseyê di destê PYD/PKKyê da ye.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji sedî 70ê zêdetir çavkaniyên vejenê yên welêt di destê rêxistinê da ne.
Qadên neftê yên li Şaarê û qada xazê ya li Cahara Humusê di destê rejimê da ne. Wek mayîn qadên biçûk yên li rojavayê Çemê Feratê û Deyrîzorê di destê rejimê da ne.
- Çavkaniyên avê jî di destê rêxistinê da ne
PKK/PYDyê bi alîkariya eskerî ya Amerîkayê di kanûna 2015 û hezîrana 2017an da 3 bendavên herî mezin yê Sûriyeyê hilda.
Bendava Tişrînê ya li rojhilatê Helebê li ser Çemê Feratê ye û bendavên Tebqa û Baasê yên li rojavayê Reqayê piraniya pêwîstiya ceyran û avdanê bi cî tîne. Ji sedî 70 ceyrana Sûriyeyê ji hersê bendavan çêdibe.
Wek mayîn 30 hezar kîlomêtroqere eraziyên çandinê yên Sûriyeyê ku ji sedî 60 e di destê rêxistinê da ye û ava wan ji bendavên di destê PKK/PYDyê da ne tê.