Fatih Gazioğlu
09 Sibat 2018•Rojanekirin: 10 Sibat 2018
ÎDLÎB / ANKARA
Rejîma Beşar Esed, ku DEAŞê rêxistina terorê bi aliyê herêma kêmkirina rageşiya Îdlibê va biçe korîderek vekir.
Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê yên ku li herêmê ne hildan, rejîma Beşar Esed, ku DEAŞê rêxistina terorê bi aliyê herêma kêmkirina rageşiya Îdlibê va biçe korîderek vekir. Li rojhilatê Îdlibê de di navbera komên mixalîf û hêzên rejîm û DEAŞê re pevçûn derketin.
Piştî ku artêşa rejîm û komên ku Îranê arîkarî didanê ji herêmê vekişiyan, DEAŞê bêpevûn ji korîdorê derbas bû.
Rêxistina terorê ji korîdara 30 kîlometreyî derbas bûn û heta Derîbiye û Nihaya gundên Îdlibê va hatin.
Êrîşên DEAŞê yên dijî Heyet Tahrîr Şama komên mixalîf li herêmên Um Halahîl û Zerzura dikeve rojhilatê Îdlibê didome.
Mixalif û komên eskerî yên dijî rejimê di heman dem da bi hêzên rejîma re jî şer dikin.
Rejim û DEAŞ li başûrê rojhilata Îdlibê hê pêş dikevin, Rûsya li giştiyê herêmê êrîşên esmanî dike.
Di pevçûnan de gelek herêm car caran cih diguherînin û dikevin kontrolên hêzên cuda.
- Hevkariya di navbera Esed û DAEŞê
Rejima Esed û DEAŞê li herêma kêmkirina rageşiyê ya Îdliba Sûriyeyê ji bo ku li hember mixalifan pêşkeve tevkariya taktîkî dimeşîne
Rejimê di cotmeha 2017an da li rojhilata Hamayê ji herêma Hunayfîsê ra ji terorîstên DEAŞî ra rê vekiribû û destûr dabû ku derbasî Îdlibê, deverên ku di kontrola mixalif û komên çekdar ên dijî rejimê ne, bibe.
DEAŞ û rejimê bi kordîne hereket kir û di nav 3 mehan da bi saya serê êrîşên esmanî yên ku Rûsyayê bir ser mixalif û komên eskerî yên dijî rejimê va qadeke berfireh bi dest xist.
Li gor pîvanên qada nexşeyê ya AAyê, hêzên rejimê û DEAŞê li başûr û başûrê rojhilata Îdlibê 3 hezar û 35 kîlomêtreqare ax bi dest xist. Di nav vê axê da ji 100î zêdetir gund ketin binê hukumraniya rejim û DEAŞê.
Qada ku hêzên Esed bi dest xist, ji xeta çavdêriyê ya agirbestê derbas bû. Ev xet li Astanaya paytextê Qazaxistanê di navbera rêveberiyên Enqere, Moskow û Tehranê da hatibûn kifşkirin.