23 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2017
MOSKOVA
Rûsyayê ji rejima Esed daxwaz kir ku girêdayî agirbesê bimînin û êrişan nekin.
Berpirsekî bala di navenda çavdêrîkirina agirbesa Sûriyê yê Rûsyayê, ji bo ajansa xeberan a Ria-Novostî axivî û diyar kir ew ji îxlala agirbesê bi berdewamî ji aliyê rejimê ve endîşe dikin.
Berpirsê Rûs ku nexwest navê wî were zanîn agahî der barê wê yekê de da ku ji rejima Esed re "bi awayekî tund" ragihandine ku girêdayî agirbesê bimînin.
Hat diyarkirin ku agirbesa bi garantoriya Rûsya û Tirkiyê li Sûriyê birêve diçe ji aliyê Sûriyê ve rojane 6 caran tê îxlalkirin.