İbrahim Atmaca
12 Hezîran 2018•Rojanekirin: 13 Hezîran 2018
WASHINGTON
Serokê Amerîkayê Donald Trump û pêşengê Koreya Bakur Kim Jong-un dawiya civîna dîrokî ya li Sîngapurê belgeyeke "berfireh" îmze kirin.
Serokê Amerîkayê Trump û pêşengê Koreya Bakur Kim li Sentosaya Grava Sîngapurê di Otela Capellayê da civîneke dîrokî kirin û civîn bi lihevkirinê va kuta bû.
Di dawiya civînê da Trump û Kim belgeyeke ku hê qala naveroka wê nehatiye kirin, îmze kirin.
Piştî ku îmze hatin avêtin Trump daxuyanî da rojnamegeran û ji bo belgeyê got, "gelek berfireh e".
Trump got ku ew ê bi pêşengê Koreya Bakur Kim ra cardin hevdîtinê bike û wiha dewam kir: "Me bi Kim Jong-un ra têkiliyeke taybet danî. Ji bo me şanazî ye ku em li vê derê bi hev ra ne. Li Nîvgrava Koreyê safîkirina nukleerê wê pir bi lez dest pê bike."
Trump destnîşan kir ku wan civîneke pir serkeftî kir û li ser pirsa rojnamegeran a "Hûnê Kim Jong-un dewetî Qesra Spî bikin?" got, "Teqez ez ê dewet bikim."
Trump ji bo pêşengê Koreya Bakur got, "Mizakerevanekî pir serkeftî ye" û wiha dewam kir: "Min bihîst ku yekî pir jêhatî ye û ji welatê xwe pir hez dike."
Pêşengê Koreya Bakur Kim jî diyar kir ku wan hevdîtineke serkeftî kir û wiha dewam kir: "Dinya wê guhertineke pir girîng bibîne. Me û Trump biryar da ku em rabirdûyê li paş xwe bihêlin."
Trump û Kim piştî daxuyaniyan cardin li ber mensûbên çapemeniyê dest hev girtin û paşê ji salonê derketin.
Tê payîn ku herdu pêşeng jî piştî nîvro ji Sîngapurê rê kevin û herin welatê xwe.
Trump bi Kim ra 38 deqîqeyan yek bi yek hevdîtin kiribû û ji bo hevdîtinê wiha gotibû: "Civîn pir pir baş diçe. Têkilî (ya navbera herdu welatan) nûwaze ye. Piştî hevdîtina yek bi yekê hevdîtina heyetî hat kirin û paşê herdu alî di xwarinê da hatibûn bal hev.