KABÛL
Hat ragihandin ku di operasyonên ku li Efganistanê li dijî Talîbanê tên kirin de 47 milîtanên Talîbanê hatin kuştin.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî de hat diyarkirin ku di operasyonên li Wardak Pakiya, Paktîka, Gezne, Laxman Kunar û Helmandê hatin kirin de 26 milîtan hatin birîndarkirin û 4 milîtan jî hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku di encama operasyonan de gelek madeyên teqemeniyê û çek hatin bidestxistin û 4 bombeyên ku bi destê milîtanên Talîbanê ve di rexê rê de hatibûn bicîkirin jî hatin îmhekirin.