Sevim Hatun
25 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2017
WASHINGTON
Serokê Sererkaniyê yê DYAyê Orgeneral Joseph Dunford ji bo bûyera li Reqayê ji aliyê PYD/PKKa rêxistina terorê ve daliqandina posterê serkirdeyê PKKê Abdullah Ocalan wiha got: "Em PKKa rêxistina terorê şermezar dikin. Em li cem hevkarên xwe yên tirk in û em pênaseyên wan ên li ser PKKê qebûl dikin."
Dunford beşdarî "Konferansa Serokên Serkaniyê ya li Dijî Rêxistinên Terorê yên Şerxwaz" a li Baregeha Eskerî ya Fort Belvoirê ku li eyaleta Virginiayê hat lidarxistin bû û pirsên rojnamegeran bersivandin.
Dunford, di civînê de li ser pirsa nûçegihanê AAyê ya "Reqa, bi baca hezar milyar dolaran a miletê DYAyê û alîkariya eskerên DYAyê hat sitandin, lêbelê PKKê ew diyarî serkirdeyê PKK Ocalan kir. Pentagonê ev bûyer şermezar kir lê YPG îdia dike ku Reqa bi xêra îdeolojiya Ocalan û PKKê sitandin. Gelo tu vê nirxandinê çawa dibînî?" got: "Em PKKa rêxistina terorê şermezar dikin. Em li cem hevkarên xwe yên tirk in û em pênaseyên wan ên li ser PKKê qebûl dikin."
Nûnerê Taybet yê DYAyê Brett McGurk li ser vê pirsê got: "Wekî ku Sererkan got, tiştekî em li ser vê mijarê bibêjin nema. Tiştekî ku ez di vê mijarê de bibêjim tuneye."