21 Nîsan 2017•Rojanekirin: 21 Nîsan 2017
WASHINGTON
Donald Trumpê Serokê DYAyê destnîşan kir Îran li gor peymana nukleerê tevnagere û got di pêvajoya pêş da wê hin tiştan bikin.
Trump li Qesra Sipî bi Paolo Gentiloniyê Serokwezîrê Îtalyayê ra civîna çapemeniyê ya hevbeş çêkir û pirsên rojnamevanan bersivand.
Donald Trump li ser pirsa der barê peymana nukleer a di sala 2015an da di navbera Îran û dewletên P5+1ê da hat îmzekirin destnîşan kir peymaneke baş nîne û peymaneke wisa qet îmze nake û wiha dewam kir: "Îran li gor peymana nukleerê tevnagere û di pêvajoya pêş da wê hin tiştan bikin."
Trump li ser pirsa der heqê ceribandinên moşekan a Koreya Bakur da destnÎşan kir di mijara Koreya Bakur da rewşa wan baş e û wiha got: "Hefteya borî ez bi Şî Jînpingê Serokê Dewleta Çînê ra axivîm. Hêvî dikim Şî di mijara Koreya Bakur da çi bikeve ser milên wî bike."