Türkan Tosun
19 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2017
XUTAYA ROJHILAT/ANKARA
Li Xûtaya Rojhilat a Sûriyeyê ya ku ji hêla rejima Esed va hatiye dorpêçkirin dergûşa bi navê Kerîm ê ku çavê wî yê çepê kor bûye û êtîm maye di medyaya civakî de bû sembola peyamên ji bo rakirina dorpêçiya li ser bajêr.
Kesên li Xûtaya Rojhilat Twîtterê bi kar tînin duh çavên xwe yên çepê girtin û bi îngilizî peyamên ku piştgiriyê didin Kerîm parve kirin.
Endamên parastina sivîl, aktîvîst û keçikên bi navê Nûr û Ela yên ku xwîşkên hevdu ne û ji çavên zarokan felaketa li Xûtaya Rojhilat parve dikin jî li ser Twîtterê peyamên bi vî rengî weşandin.
- Tirkan jî piştgirî da
Welatiyên tirk ên Twîtterê bi kar tînin jî piştgirî dan tagên îngilizî yên Xûtaya Rojhilat (EasternGhouta) û piştgiriya ji bo Kerîm (SolidarityWithKarim) û peyam weşandin.
Vîdeoya AAyê ya ku behsa rewşa Kerîm û malbata wî dike bi sedan tweetan ve hat parvekirin.
- Tekane xwarina wan nanê tisî ye
Ebû Mihemedê bavê Kerîm ji AAyê re daxuyand ew ji bo debara 5 zarokên xwe bike dixwaze bixebite, lê karekî wisa rêk û pêk tune.
Mihemed got ew ji cînaran 2 kîlo ceh hildidin, dihêrînin û pê vê nan çêdikin.
Mihemed behsa rewşa xwe ya nebaş kir û got zarokên wî 24 saet in birçî ne, tekane xwarina wan jî nanê tisî ye.
Kerîm li Xûtaya Rojhilat a ku di bin dorpêçiya rejimê de ye dema ku yek mehî bû diya wî miribû û ew êtîm mabû. Dema êrîşa topan a rejimê çêbûbû Kerîm di hembêza diya xwe de bû û çavê wî yê çepê kor bûbû. Li aliyê çepê yê serê Kerîm birînên kûr hene û tasa serê wî jî ji gelek cihan şikestiye, lê bi awayekî mûcîze dijî. Birayê wî yê biçûk û xwîşkên wî jê ra dê û bavîtiyê dikin.
Li herêma rojhilatê Şamê bi qasî 400 hezar sivîl ev 5 sal in ku di bin dorpêçiya eskerî da dijîn. Heta nîsana îsal jî bi xêra serdabên dizî, rêyên dereqanûnî û barzirganan kêm be jî xwarin û xurek digihîşt Xûtaya Rojhilat. Lê ji wê heyêma vir va rejim û piştgirên wê komên terorîst ên biyanî dorpêçê teng kirin, zextê zêde kir û ji ber vê jî bo herêmê şandina xwarin, xurek û dermanan pir bi zehmet bû. Ji ber vê yekê jî gelê li herêmê zêdetir zehmetiyê dikişîne.
Herêma Xûtaya Rojhilat di çarçoveya peymana Astanayê da wek "herêma rageşiyê kêmkirin" hatibû îlankirin. Garantorê rejimê Rûsyayê di 22yê tîrmehê da diyar kiribû ku li herêmê agirbestê dest pê kir lê digel vê êrîşên rejimê bênavber didomin.